SerekeSîyasî

Em bê guman mantîqa rêveberîya tawîzkirina rîya  Ermenîstanêye hesin biguhêrînin: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku Ermenîstan dixwaze mantîqa rêveberîya îmtîyazên rîya hesin biguhêrîne da ku astengîyên têkildarî cezayan nebin pirsgirêk ji bo pêşxistina pergala rîya  welête hesin.

Bîr bînin ku rêveberîya trênê ya Ermenîstanê ji alîyê Rûsyayê ve bi rêya  hevaltîya  rîya Başûrê Kafkasîyayêye hesin tê kirin. Serokwezîr Nîkol Paşînyan berê li ser vê mijarê axivîbû û destnîşan kiribû ku rêveberîya trênê ya Rûsyayê Ermenîstanê ji hin avantajên reqabetê bêpar dihêle, pêşnîyar kiribû ku rêveberîya trênê ya Ermenîstanê ji welatekî sêyemîn re bê veguhastin ku dostê Ermenîstanê û Rûsyayê ye. Gelek rayedarên ji alîyê Rûsyayê ve berê dîyar kiribûn ku ew ne guncaw dibînin ku rêveberîya trênê ji welatekî sêemîn re bê veguhastin.

Civîna bi niştecîhên gundê Goxtê yê li parêzgeha Kotaykê, Paşînyan li ser pêşketinên di ragîhandina herêmî de axivîye û destnîşan kirîye ku Tirkîya niha rîya Qers-Dilîcûye hesin ji Qersê heta Nexçêvanê çêdike, di heman demê de Ermenîstanê ji xwe binesazîya rîya hesin ya amade heye.

Serokwezîr gotîye: “Li Ermenîstanê rîya hesin amade heye û divê rîya hesin amadeye bê bikar anîn”.

Li gorî Paşînyan, di encama lêkolînan de, hukumet gihîştîye wê encamê ku pirsgirêk bi modêla rêveberîya tawîzê ya heyî ya rîya Ermenîstanêye hesin ve girêdayî ye.

Paşînyan gotîye: “Em bawer dikin ku divê em bê guman mantîqa tawîzdayînê ya rîya  Ermenîstanêye hesin biguhêrînin, ku bi awayê, ji sed  selefî  milkê Komara Ermenîstanê ne. Ev pêwîst e da ku astengîya cezayan ji bo rêya me, ji bo rîya hesinên me nebe pirsgirêk”.

Li gorî wî, Ermenîstan wê bi hevkarên xwe re, di nav de Rûsyayê jî, di vî warî de xebata xwe bidomîne.

Paşînyan her wiha ragîhandîye ku di qonaxa pêş de tê payîn ku sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê û rîya hesin vebe.

“Di her rewşê de, herikîna kelûpelan ji rojhilatê ber bi rojavayê ewqas mezin e ku ez piştrast im ku rîya  meye hesin wê bi barekî mezin bixebite û wê gelek pere bîne Komara Ermenîstanê”,-ewî destnîşan kirîye.

Li gorî serokwezîr, hevkarên navneteweyî rêyên  ku di nav axa Ermenîstanê re derbaz dibin jî lêkolîn kirine û gihîştine wê encamê ku rêya here kurt ji rojhilatê ber bi rojavayê di nav herêmên Tavûşê, Lorîyê û  Şîrakê re derbaz dibe.

“Eleqeyeke mezin ya veberhênanê heye ji bo pêşxistina rêyên ji Tavûşê ber bi Şîrakê û çêkirina rêyên bacê ji bo kamyonan”,- Paşînyan gotîye.

Li gorî wî, ev bername wê dahata zêde ji bo Ermenîstanê çêbikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button