
Ermenîstan bi awayekî çalak hevkarîya xweye parastinê bi Hindistanê re berfireh dike.Wek kuTimes of India elam dike, Yêrêvan peymanên kirîna çekan bi tevahî bi qasî 2 mîlyard dolarî îmze kirîye, da ku hêzên xwe yên çekdar li himber gefên zêde yên ji hevpeymanîya Adirbêcanê, Pakîstanê û Tirkîyayê qewîn bike.
Ev gav di demekê de tê ku Ermenîstan piştî ku Rûsyayê di nav şerê dirêj yê li Ûkraînayê de piştgirîya leşkerî qut kirîye, li hevkarên ewlehîyê yên nû digere. Yêrêvan ji bo zêdekirina şiyanên xwe yên parastinê û modêrnîzasîyakirina artêşa xwe, sîstêmên çekên pêşketî ji Hindistanê dikire.
Çarçoveya kûrkirina têkilîyan de, şanda ji sê kesan ji hêzên Ermenîstanêye çekdar vê dawîyê serdana dibistana Naşîkê kirîye. Leşkerên ermenî bi rêbazên perwerdehîyê yên Hindistanê re bûne nas û gulebarana topan ya zindî temaşe kirine.
Xêncî wê meha borî, fermandarê giştî yê hêzên Ermenîstanêye çekdar gênêral-lêytênant Êdard Asryan, li Nyû Dêlîyê bi serokatîya wezîreta Hindistanêye parastinê, tevî fermandarê giştî yê hêzên çekdar, gênêral Anîl Çaûhan û fermandarê hêzên bejayî, gênêral Ûpêndra Dvîvêdî, danûstandinên asta bilind li dar xistîye.
Sala 2020 î vir ve, Ermenîstanê bi Hindistanê re peymanên parastinê yên bi qasî 2 mîlyard dolarî îmze kirine. Di nav wan de çekên jêrîn hene: îstasyonên radar yên mûşekên dijî-balafirî yên Swathi, pergalên rokêtên pir-avêtinê yên Pinaka, komplêksên pêşketî yên dijî-dronan. Sala 2022 a de, Yêrêvan bûye yekem xerîdarê bîyanî yê pergala mûşekên dijî-balafirî ya Akash ya hindî, peymana bi bihayê 720 mîlyon dolarî îmze kirîye, ku potênsîyala parastina hewayî ya welêt bi girîngî qewîn kirîye.
Radestkirina sîstêmên Akash sala 2024 a de dest pê kirîye û ev yek şîyanên Ermenîstanê ji bo rûbirûbûna gefên ku ji hêla balafirên bêmirov û çekên mûşekî ve têne çêkirin zêde kirîye.
Wekî din, Nyû Dêlîyê ji bo parastina baregehên leşkerî û tesîsên binesazîya krîtîk komplêksên taybetî yên dijî-dronan ji Ermenîstanê re peyda kirîye. Niha, rayedarên her du welatan li ser pêrspêktîvên hevkarîyê di warê perwerdehîya leşkerî, hilberîna hevbeş ya parastinê û modêrnîzasyona gengaz ya balafirên şer yên Sû-30SM yên Ermenistanê bi karanîna têknolojîya Hindistanê jî nîqaş dikin.







