Rûsyayê hewlên xwe yên destwerdana di hilbijartinên Ermenîstanê de zêde kiriye: Reuters

Reuters ê bi îşaret bi çend berpirsên îstîxbarata Rojavayî û belgeyên ku ji alîyê ajansê ve hatine dîtin, ragîhandîye ku Moskva agahdarîya dêzînformasîyonê belav dike û plan dike ku bi deha hezaran ermenîya ji Rûsîyayê bîne da ku berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên Ermenîstanê yên 7 ê hezîranê deng bidin.
Li gorî çevkanîyên Reutersê, daîreya hevkarîya stratêjîk ya rêveberîya serokatîya Rûsyayê, ku di dawîya sala 2025 a de hatîye damezrandin, li pişt van kiryaran e.
Bi îzbatkirina çavkanîyan ku Moskva plan dike ku 50 mîlyon dolar xerc bike da ku 100 000 kes beşdarî dengdanê bibin. Li gorî agahîyan, heta nîvê gulanê, Krêmlê ji herêman re ragîhandibû ku divê her yek çend ermenî peyda bike. Reuters ê nekaribûye dîyar bike ka ev pilan tê bicîhanîn yan na.
Li gorî çavkanîyan, ajansa şêwirana civakî, ku Yekîtîya Avropayê û Padişatîya Yekbûyî ceza lê ferz kirine, di kampanyayên dêzînformasîyonê de beşdar e.







