CîhanSîyasî

E’lametîya komîtêya parlamênta K’urdistanêye pirsên p’êwendîya û dîyasporayê

Komîtêya parlamênta K’urdistanêye pirsên p’êwendîya û dîyasporayê e’lametî bela kirîye, k’îjanêda girtina tûrîstên k’urde ji alîyê qewatên t’irkada hatîye gunek’arkirinê. R’oja şemîyê  malp’er’ên sosîyalîda vîdêo bela bibûn, k’îjanada hatibû dîyarkirinê, ku çawa êrîşê dibine li ser tûrîstên k’urd li Trabzonê.Hatîye dîyarkirinê,wekî tûrîstên k’urd bona ala K’urdistanê hatine êrîşkirinê. “Komîtêya parlamênta K’urdistanê, ya pirsên p’êwendîya û dîyaspora k’urda gavên r’asîstîyêye hindava tûrîstên ji Herêma K’urdistanê gunek’ar dike”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.Bangî polîsîya t’irk kirine, ku lez tûrîstên k’urd aza berdin.Pêşda wek’îlê h’ukumata K’urdistanê bi banga xweva pêşda hatibû û gotibû,wekî Me’srûr Barzanîyê serekwezîr t’eslîmî  organên k’urdaye anegor kirîye, ku t’evî wê pirsê bibin, bona ku tûrîstên k’urd aza berdin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button