Sîyasî

Di navbera h’ukumata Herêma K’urdistanê û h’ukumata Îraqêye Fêdêralda hevdîtin wê çêbe

Zûtirekê di navbera h’ukumata Herêma K’urdistanê û h’ukumata Îraqêye Fêdêralda hevdîtin wê çêbe, bona ku mêxanîzmên h’elkirina pirsgirêkên di navbera alîyada gotûbêj bikin.E’lametîya wî cûr’eyî wextê civîn h’ukumatêye bi serk’arîya Me’srûr Barzanîyê serekwezîr hatîye belakirinê. H’ukumatê derheqa r’oja  civîna komîtêya t’evayîda nedaye dîyarkirinê.Wextê r’asthatinê Barzanîyê serekwezîr derheqa seredana li Beg’dayê xeberdaye, li k’îderê ew r’astî nevsên îraqîye derecebilind hatîye. Pirsa milahîmkirina p’êwendîyên Hewilêrê û Beg’dayê dik’eve nava pirsên h’ukumatêye pêşin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button