Sîyasî

Me’nîyên guhar’tina stratêgîya bêqezîyabûna Ermenîstanêye miletîyê

Cêrge me’nîyên guhar’tina stratêgîya bêqezîyabûna Ermenîstanêye miletîyê hene.Derheqa wê yekêda wextê qisa t’evî r’adîostansîya “Azayê” – ê k’atibê şêwira bêqezîyabûna miletîyê Armên Grîgoryan gotîye û derheqa wan guhar’tinada xeberdaye, yên ku wextê heleqetîyên navnet’ewî nava salên derbazbûyîda hatine mîyaserkirinê. “Sala 2OO7-a wextê stratêgîya hatîye nivîsarê, wî çaxî nava heleqetîyên R’ûsîyaê û R’oavayêda krîzîsên wî cûr’eyî t’unebûn, yên ku niha hene. Guhar’tina mayîn şer’ê r’ûsa-gurcaye, sanksîyaên dijî Îranêne, şer’ê meha nîsanêye, 12 sal derbaz bûne û bona wê yekê jî stratêgîya nû lazime”,-Armên Grîgoryan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî piştî şorişa sala par hatîye e’lamkirinê,wekî nava sîyasîya Ermenîstanêye derda guhar’tin wê t’unebin û fikirdarîya wî cûr’eyî wê usa jî nava stratêgîyaêdabe. “Pêwîste, ku alîyên meye stratêgî ji alîyê bêqezîyabûnêda bêne qirarkirinê.Esker û qewatên sîlih’kirî merk’eza guhdarîya medanin, lê emê bi wê yekêva neyêne sînorkirinê. Pêwîstî heye, ku konsêpta bêqezîyabûnê hinekî bê berfirekirinê”,- Armên Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button