Sîyasî

Dîyarkirina serokê komîtêya partîya K’urdistanêye Dêmokratîk

Serokê komîtêya partîya K’urdistanêye Dêmokratîke li Celavlê daye dîyarkirinê,wekî gar’antîya bêqezîyabûna neh’îyên K’urdistanê qewatên pêşmergane.Serokê komîtê Emîr R’îfet gotîye,wekî ji 16-ê cotmeha sala 2O17-da h’etanî r’oja îroyîn bêqezîyabûna li wan neh’îyên k’urdaye ji bin serk’arîkirina K’urdistanê der nehatîye ç’areserkirinê. “H’alê li neh’îyên K’urdistanê, yên provînsîya Dîyalêva girêdayî gelekî xirabe. Endamên DAÎŞ-ê wê yekê didine xebatê û li wan neh’îya cîwar dibin”,-ewî gotîye. Ewî daye dîyarkirnê,wekî qewata t’ek-t’enê, ya ku gar’antîya bêqezîyabûnêye, qewatên pêşmergane û serda zêde kirîye,wekî binelîyên Herêmê hîvîyêne, ku pêşmerge veger’ine li wir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button