Sîyasî

Qewatên pêşmergên K’urdistana Îraqê li provînsîya Dîyalê opêrasîon dijî ç’ekdarên DAÎş-ê destpê kirine

Pêncê t’ebaxê qewatên pêşmergên K’urdistana Îraqê li provînsîya Dîyalê opêrasîon dijî ç’ekdarên DAÎş-ê destpê kirine. Bi gotina fermandarê pêşmerga, opêrasîon gerekê hazirîya ç’ekdarên DAÎŞ-ye li vê neh’îyê bide t’unekirinê.Li vir t’enê qewatên pêşmerga hazirin. H’evtîya derbazbûyî ç’ekdarên DAÎŞ-ê êrîş biribûn li ser pêşmergên li Kolaxoyê û çar qulixçîyên k’urde leşkerî wî çaxî hatibûn kuştinê. Van r’oja li başûr-r’ojavayê K’irkûkê eskerê Îraqê li gundên Havîcê, bona paqijkirina ji ç’ekdarên DAÎŞ-ê, opêrasîonê mîyaser dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button