Sîyasî

Gelo T’irk’îya û ŞAY nava pirsa sazkirina zona bêqezîyabûnêda çawa p’ev dik’evin?

T’irk’îya û ŞAY tê bêjî îdî bona sazkirina zona bêqezîyabûnêye li ser têrîtorîyaên k’urdaye li Sûrîyaê p’evk’etine. Pêşda ew p’evk’etibûn, ku merk’eza hevk’arîya t’evayî sazkin.Ev şuxulk’arî piştî hevr’axeberdanên sêr’ojêye li Enqerê, yên dêlêgasîyaên amêrîkîya û t’irkaye leşkerî, pêşda çû. Bi gotina baylozxana ŞAY-ye li T’irk’îyaê, ew p’evk’etine: hevk’arîya pêşin bona h’elkirina pirsgirêka bêqezîyabûna T’irk’îyaêye:

  Lez merk’eza opêrasîonên t’evaîye li T’irk’îyaê sazkin, bona ku zona bêqezîyabûnê t’evayî koordînasîya bikin:

 Zona bêqezîyabûnê gerekê bibe sivdera e’dilayê û gerekê h’emû ce’dandin bêne xebitandinê, bona kö welatîyên Sûrîyaê bikaribin paşda veger’ine welatên xwe.Waşîngtonê pêşnîyar kirîye, ku zona duderecê sazkin, bi k’ûraya 14 kîlomêtra, lê T’irk’îyaê pêşnîyar kirîye, ku bi k’ûraya 3O-î kîlomêtrî pêşda her’ine nava têrîtorîya Sûrîyaê. T’irk’îyaê pêşnîyar kirîye, ku bi t’emamî zonayê kontrolke, lê ŞAY bawar nekî wê yekêr’a qayîlbe. T’irk’îya dibêje, ku gerekê qewatên k’urdaye p’arastina gel ji bakûrê Sûrîyaê bên derxistinê.Bediran K’urd gotîye,wekî ew dixwezin ku pirsgirêk bi dîyaloga sîyasî bê h’elkirinê û eger ce’dandinên navnet’ewî xilazbin, wî çaxî ewê bik’evine nava opêrasîona leşkerî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button