Sîyasî

Dêlêgasîona ŞAY-ye e’wlin hatîye T’irk’îyaê ku xebatên bona sazkirina zona bêqezîyabûnê mîyaserkin

Wezîreta T’irk’îyaêye p’arastinê e’lam kirîye,wekî dêlêgasîya ŞAY hatîye provînsîya başûr-r’ohilatêye li ser sînorê Şanlîûrfayê, ku xebatên bona sazkirina merk’eza opêrasîonaye t’evayî, ya bona zona bêqezîyabûnêye li ser sînorê Sûrîyaê destpêkin.Dik’evine nava dêlêgasîya Amêrîkayê şeş meriv û hîvîêne,wekî nava r’ojên nêzîkda ew xebat wê destpêbin.Derheqa wê yekêda li wezîreta ŞAY-ye p’arastinê gotine.R’ojne’ma t’irkîye “Cûmhûrîyt’”-ê jî nivîsîye,wekî beşeke leşkerên amêrîkîye ji 9O merivî hatine li wê p’ara sînor.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button