Sîyasî

Cîgirê wezîrê Sûrîyaêyî p’arastinê li Qamişloyê û Hesekê qesidîye

Cîgirê wezîrê Sûrîyaêyî p’arastinê E’lî Salih’ li Qamişloyê û Hesekê qesidîye, li k’îderê ew r’astî fermandarên leşkerîye derecebilind hatîye.Ew hatîye fir’egeha bajar’ê k’urdayî Qamişloyê, li k’îderê hevr’axeberdan t’evî fermandara derbaz kirine. Peyî wê yekêr’a ew çûye Hesekê û dîsa hevr’axeberdan derbaz kirine. Anegorî înformasîyaê, cîgirê wezîrê Sûrîyaê sîstêma dîtindarîyê û p’arastinêye nû r’aber kirîye. Em bêjin,wekî li Qamişloyê û Hesekê du  p’areskerên r’êjîma Sûrîyaêva girêdayî hene, lê fir’egeha li wir û îdarên h’ukumatêye girîng ji alîyê r’êjîma Sûrîyaêda tên serk’arîkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button