Sîyasî

Asosîyasîya T’irk’îyaêye doxtirîyê de’w kirîye, ku şuxulk’arên doxtirîyêye li Şir’naxê girtî aza berdin

Li provînsîya T’irk’îyaêye Şir’naxê  doxtirekî û sê xwîşkên doxtirîyê bona wê yekê gunek’ar dikin, wextê ku wana piştî destpêbûna konflîkta di  navbera T’irk’îyaê -PKK-da alî zar’okeke dehsalî kirine. Asosîyasîya T’irk’îaêye doxtirîyê e’lametî bela kirîye û bang kirîye, ku van herçar xebatk’arên doxtirîyê aza berdin, yên ku dudê t’ebaxê hatine girtinê û nava têr’orîzmêda tên gunek’arkirinê. “Em borcdarin alîk’arîya doxtirîyê bidine h’emûya. Em îzina prosêsa meh’kemê nadin û derheqa girtinêda jî xeber nadin, çimkî em bona wê yekê hene, ku meriva qenckin û alîk’arîya doxtirîyê bidine wana”,-asosîyasîyaê daye dîyarkirinê. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button