Sîyasî

Îmam T’aşçîr:Me’sûd Barzanî nava prosêsa h’elkirina pirsgirêka k’urdda dikare r’ola girîng bilîze

Parlamêntvanê T’irk’îyaêyî ji partîya Dêmokrasîya Gela Îmam T’aşçîr gotîye,wekî lîdêrê k’urd Me’sûd Barzanî dikare r’ola girîng nava h’elkirina pirsgirêka k’urdda bilîze. “Herêma K’urdistanê bona t’emamîya dinîyaê dikare bibe meseleke balk’êş. Li vir k’urd  li ser têrîtorîya xwe xweserk’arîyê dikin, li k’îderê parlamênta wan heye û p’êwendîyên wane t’evî welatên mayîn hene. Birêz Me’sûd Barzanî nava k’urdada li ser t’abîke başe. Nava pirsgirêka k’urdda li başûrê K’urdistanêye R’ojavayê ew dikare r’ola girîng bilîze, ya ku wê mecalên h’emû k’urda bide berfirekirinê”,-T’aşçîr gotîye.Ewî usa jî derheqa banga lîdêrê PKK-ê E’bdile Ocelanda daye dîyarkirinê. “Lîdêrê PKK-ê Abdûla Ocalan gotîye,wekî pirsgirêka k’urd gerekê bi r’îya dîyalogê û hevr’axeberdana bê h’elkirinê û ew yek gerekê t’evî dewletê bê kirinê, lê ne ku t’evî partîyaê”,-T’aşçîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button