Sîyasî

Partîya dêmokrasîya Gela dijî derxistina serokbajar’a protêsto kirîye

Partîya Dêmokrasîya Gela qirara h’ukumata T’irk’îyaê, ya derheqa derxistina sê serokbajar’ên k’urd û giva ew PKK-va girêdayîne, r’exne kirîye û ew yek çawa “welger’andina sîyasî” nav kirîye. Partîyaê dîyar kirîye,wekî ev gaveke dijminatîyêye dijî cime’ta k’urde.Nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê,wekî wezîreta k’arên hundur’ jî çawa mîyaserkira vê qirarêye û bi wê yekê ew çawa provokasîya tê qebûlkirinê û t’u tiştekî dêmokratîk namîne. Ev hersê serokbajar’ jî endamên partîya Dêmokrasîya Gelane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button