Sîyasî

Qewatên Sûrîyaêye hewê derb gîhandine cêrgên avtomaşînên T’irk’îyaêye leşkerî

Qewatên Sûrîyaêye hewê derb gîhandine cêrgên avtomaşînên T’irk’îyaêye leşkerî. Hatîye r’agîhandnê,wekî qewatên Sûrîaêye hewê wan avtomaşîna xistine, yên ku sîlih’ dibirine bajar’ê Xan Şêyxûnê. Xan Şêyxûn tê h’esabê çawa merk’eza k’omên têr’orîstaye “Hayat’ T’ahrîr Aş Şamê”.Meha t’ebaxêda T’irk’îyaê e’lam kir,wekî ew dixweze  opêrasîonê li Sûrîyaê destpêke. Ew têrîtorîya bin kontrola hêzên p’arastina geldane.Wezîreta Sûrîyaêye k’arên der e’lam kirîye,wekî qewatên t’irka sînorr’a derbaz bûne û meremê wan heye, ku ew alî têr’orîsta bikin.Qewatên Sûrîyaê ji hewê derb gîhandine, lê zyan negihîştîye têxnîka leşkerî.Çend qulixçîyên leşkerî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button