Sîyasî

T’ifaqdarên Êrdog’ane berê Gyûl û Daûdog’lû ji qulixê derxistina serokbajar’ên k’urd gunek’ar kirine

Endamên partîya Êrdog’an, yên berê  Abdûla Gyûl û Ah’med Daûdog’lû bi e’lametîyêva pêşda hatine û ji qulixê derxistina serokbajar’ên k’urd r’exne kirine û gunek’ar kirine. “Ev yek tiştekî ner’aste bona dêmokratîya me,wextê ku serokbajar’ên t’ezebijartî wî cûr’eyî ji xebatê tên azakirinê”,-serokê T’irk’îyaêyî berê û h’îmdarekî partîya desthilat Abdûla Gûl r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda nivîsîye. Serekwezîrê berê Ah’med Daûdog’lû jî bi cûr’ê berk’ ev yek r’exne kirîye û nav kirîye çawa gaveke dijî sîstêma dêmokratîk. “ Prînsîpa xwestina miletîyê ewe, ku ewên ku wextê hilbijartina hatine qebûlkirinê, bi r’îya hilbijartina jî wê paşda her’in”,- Daûdog’lû gotîye.Opozîsînorê sereke,wek’îlê partîya miletîyê-r’êspûblîkîyê Fayîk Kostrak jî ew yek berk’ gunek’ar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button