CîhanSereke

Hevaltîya “RyanAir”-ê merem danîye pêşîya xwe ku bik’eve sûka ermenîye avîyasîon

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan serk’arê beşa hevaltîya îr’landîye  “RyanAir”-ê  Dêyvîd O Brayin û serk’ara alîyê  pirsên pêşdaçûyînê K’êyt’ Şêrîn qebûl kirine. Çawa ku ji admînîstrasîya serekwezîr r’agîhandine, Nîkol P’aşînyan gotîye,wekî h’ukumata Ermenîstanê tûrîzmê çawa pirsa girîng e’lam dike, potênsîyala k’îjanêye mezin heye û nava vê h’emtêk’stêda gaveke girînge ku avîyasîya  sîvîl pêş bik’eve. Bi gotina P’aşînyan r’asthatina t’evî hevaltîyê mecaleke başe, ku mecalên hevk’arîyê gotûbêj bikin. Dêyvîd O Brayin gotîye,wekî meremê hevaltîyê heye pêşer’ojêda bik’eve nava sûka ermenîye avîyasîon. Bona wê pirsê niha t’evî fir’egeha “Zvart’nosê” û komîtêya avîyasîyaê gotûbêjkirin derbaz dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button