Sîyasî

Polîsîya t’irka avtomaşînên avr’eşandinê û bi destê zorê cime’ta ku protêsto dike, belav dike

Wextê meşa şikyatkirinêye dijî hersê serokbajar’ên k’urde li T’irk’îyaê qewatên polîsîyaê r’oja sêşemê avtomaşînên avr’eşandinê, gaza ku hêsira tîne û bi lêxistinê mîtîng bela kirine, nava encamên k’îjanêda bi  deha birîndar hene.Em bêjin,wekî r’oja duşemê dewleta T’irk’îyaê e’lam  kir,wekî serokbajar’ê Dîyarbek’irê Adnan Sêlçûk Mîzralkî, serokbajar’ê Mêrdînê Ah’med  T’irk û serokbajar’a Wanê Bêdîya Ozgokçê Êrt’an ji qulixên wana dide derxistinê. Ev serokbajar’ ji partîya Dêmokrasîya Gelane. Enqere me’nîyê digre, ku ew  t’evî PKK-ê nava p’êwendîyadanin. Partîya Dêmokrasîya Gela ev gava Enqerê r’oja duşemê şermazar kiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button