Sîyasî

Ermenîyên amêrîkayê îşê meh’kemê li ser T’irk’îyaê pêşda k’işandine bona wê yekê, ku vîza nedane wana wekî ew her’in gundê kal û bavên xwe

Du ermenîyên Amêrîkayê, Pargêv G’azaryanê 88 salî, kur’ê wî Karo G’azaryan dijî T’irk’îyaê îşê meh’kemê r’aber kirine,wextê ku îzin nedane wana, ku ew vîzayê bistînin û her’ine gundê kal û bavê xwe. Pargêv G’azaryan sala 1931-ê li gundê t’irkayî Kalandûrayê hatîye dinîyaê. Sala 2OO7-a  ewî qirarkiribû her’e gundê xwe bi wî meremî, ew berbir’î baylozxana T’irk’îaêye li Waşîngtonê bibû, ku vîzayê bistîne û dabû dîyarkirinê,wekî ew e’silê xweda ermenîye. Baylozxana T’irk’îyaê vîza bav û kur’ înk’ar kiribû.Me’nî e’silê wan bûye. Nava îşê meh’kemêda hatîye dîyarkirinê,wekî T’irk’îya wî cûr’eyî bona t’er’ibandina cêrge konvênsîya û qayîlnivîsarên navnet’ewî tê gunek’arkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button