Sîyasî

Lîdêrê PKK-ê gotinên Me’sûd Barzanîye derheqa p’êwendîyên k’urdada bilind qîmet dike

Lîdêrê PKK-êyî dercebilind e’lam kirîye,wekî ew înîsîyatîva serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî, ya girêdayî konflîkta di navbera k’urdada silav dike.Mûrad K’araylan gotîye,wekî ew e’lametîya partîya K’urdistanêye Dêmokratîk bilind qîmet dike, çimkî dijminên cime’ta k’urd dixwezin ku nava k’urdada bêt’ifaqî hebe. “Ev yek wî çaxî diqewime, wextê ku dijmin dicêr’ibîne lîstika bilîze û di nava partîyaên k’urdada pirsgirêka pêşda bîne.E’lametîya birêz Me’sûd Barzanî gelekî girînge û em e’lametîya wîr’a qayîlin û qîmet dikin”,- Mûrad K’araylan gotîye.Çendekî pêşda Me’sûd Barzanî li neh’îya K’urdistanêye Belekayatê qesidî û gotibû binelîyên cî, usa jî endamên partîyaê,wekî xwîna k’urda gerekê ji alîyê k’urdada neyê r’êtinê. K’araylan gotîye,wekî wê e’lametîyê h’alê sert daye kêmkirinê, lê hela hê gavên konkrêt nehatine avîtinê, lê ew gumanin,wekî ew yek wê bê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button