Sîyasî

K’urd e’lam dikin,wekî wê alî ŞAY û T’irk’îyaê bikin, bona ku “zona bêqezîyabûnê” sazkin

R’oja şemîyê k’urda e’lam kirîye,wekî ewê piştgirîyê bidine mîyaserkirina qayîlîya di navbera ŞAY û T’irk’îyaêda, ya bona sazkirina zona bûfêrîyêye li ser sînorê T’irk’îyaê û Sûrîyaê.Gilî derheqa neh’îyên Sûrîyaêye bin kontrola qewatên p’arastina gelda û sînorê T’irk’îyaêdane. Qewatên p’arastina gel nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ye li Sûrîyaê r’oleke mezin lîstin. R’oja şemîyê fermandarê hêzên p’arastina gel Me’zûlm K’obanî e’lam kirîye, wekî ewê piştgirîyê bidine wê qayîlnivîsarê.Wek’îlê koalîsîona navnet’ewî, gênêral Nîkolas Pond gotîye,wekî meremê sazbûna wê zonayê ewe, ku opêrasîonên leşkerîye hevr’aqayîlnekirî bidine sînorkirinê. “Em h’esab dikin,wekî ev dîyalog r’îya t’ek-t’enêye, ku bqezîyabûna li ser sînor bidine ç’areserkirinê”,-gênêral Nîkolas Pond gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button