Sîyasî

ŞAY bi r’esmî dayîna komplêk’sên r’okêtaye Patrîyot bona T’irk’îyaê înk’ar kirîye

Admînîstrasîya Donald T’rampê serok bi r’esmî înk’ar kirîye, ku komplêk’sên r’okêtaye Patrîyot bidine T’irk’îyaê. Me’nî ewe,wekî Enqerê ji R’ûsîyaê komplêk’sên C-4OO k’ir’îne. “Me çendik-çend cara e’şaretî da T’irk’îyaê,wekî wê pêşnîyara derheqa Patrîyotêda bê paşdahildanê, eger ew komplêk’sên C-4OO bik’ir’in. We’dê pêşnîyara meye derheqa Patrîyotêda îdî ser hevda hatîye”,- wek’îlê admînîstrasîyaê gotîye. Înk’arkirina komplêk’sa Patrîyot bona T’irk’îyaê ceza bi sirêye,wekî ewê komplêk’sên R’ûsîyaê k’ir’îne. ŞAY usa jî ji progirama teyarên F -35 jî T’irk’îya der hiştîye. Niha e’yan nîne, gelo admînîstrasîya T’ramp wê sanksîya hindava T’irk’îyaêda pêşda bik’işîne, yan na.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button