Sîyasî

Serokê K’irkûkêyî ji alîyê Beg’dayêda k’ifşkirî k’urdekî mayîn jî ji qulixê derxist

Serokê K’irkûkêyî ji alîyê Beg’dayêda k’ifşkirî R’ak’an Cebûrî nevsekî k’urd jî ji qulixa wî da derxstinê. Ev yek nava doranên prosêsa e’rebîzasîyakirina dijî  k’urdada tê mîyaserkirinê. Anegorî înformasîona stendî, Cebûrî serokê beşa pirsên e’şîra K’erîm  Civamêr ji qulixê daye derxistinê û merivekî xwe  dewsa wî k’ifş kirîye. Meremê Cebûrî heye çend k’urdên mayîn jî ji qulixên wan bide derxistinê. K’urdên li qulixên nimizda jî tên derxistinê, dewsa k’îjana e’reb û t’irkmên tên k’ifşkirinê. Piştî 16-ê cotmeha sala 2O17-a, ji 25O-î zêdetir k’urdên li K’irkûkê ji qulixên wan hatine derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button