Serokbajar’ên T’irk’îyaêye k’urde ji qulixa derxistî ew yek şermazar kirine
Sê serokbajar’ên k’urd, yên ku ji qulixa hatibûne derxistinê, bi wê me’nîyê ku ew giva şer’k’arava girêdayîne gotine,wekî ewê wextê meh’kemê wê pirsê pêşda bik’işînin. Hersê serokbajar’ên berê ji partîya Dêmokrasîya Gelane, yên ku meha adarê hatibûne hilbijartinê, lê 19-ê t’ebaxê jî ji qulixa hatibûne derxistinê. Gilî derheqa serokbajar’ên Dîyarbek’irê, Mêrdînê û Wanêdane. Piştî derxistina wana, protêstokirin destpê bûn, yên ku ji alîyê polîsîyaêda hatine fetisandinê. Serokê T’irk’îyaê Êrdog’an h’evtîya derbazbûyî piştgirîya wê qirarê kir û serokbajar’ gunek’ar kirin, ku giva ew t’evî “têr’orîsta” t’evî p’êwendîyadanin.Êrdog’an gelek cara partîya Dêmokrasîya Gela gunek’ar dike û PKK-va dide girêdanê, lê partîya Dêmokrasîya Gela jî dibêje,wekî ew çawa opozsîon bûne nîşangeh.