
Parlamêntvanê T’irk’îyaêyî ermenî Karo P’aylan r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda vîdêok bela kirîye, ya ku wextê r’êfêrêndûma partîya Dêmokrasîya Gelaye yekê îlonêye li Dîyarbek’irê hatîye k’işandinê. Vîdêoyêda tê k’ifşê,wekî bi h’ezara meriv berev bûne, ku şikyatê xwe dijî derxistina serokbajar’ê Dîyarbek’irê hilbijartî e’lam bikin. Cîkî mayî jî nivîsare: “Cime’ta Dîyarbek’irê zeftkirina seroketîyê nas nake, ya ku xwestina cime’tê qebûl nake”. Em bîr bînin,wekî niha li neh’îyên k’urda p’êla cime’têye şikyatkirinê girêdayî derxistina serokbajar’ên Dîyarbek’irê, Wanê û Mêrdînêr’a girêdaîye.







