Sîyasî

Partîya Dêmokratîk û Goran girêdayî hilbijartinên li têrîtorîyaên hevr’aqayîlnekirîr’a ner’ih’etin

Byûroya partîya K’urdistanêye Dêmokratîk r’oja yekşemê dêlêgasîya h’eja Goran qebûl kirîye. Wek’îlên herdu alîya e’lam kirine,wekî ew h’esab dikin wekî r’asthatina sêalî,  ya partîya Dêmokratîk, Goran û Yektîya Niştîmana lazime ku sîyasîya t’evayî hindava sîyasîya Beg’dayê pêşda bibin. Wek’îlê partîya Dêmokratîk Meh’mûd Meh’med gotîye,wekî ewê usa jî r’astî partîyaên K’urdistanêye mayîn bên, ku krîzîsên li K’irkûkê û têrîtorîyaên hevr’aqayîlnekirîye mayîn gotûbêj bikin, çimkî ev pirs derheqa berjewandîyên K’urdistanêye miletîyêdane. Wek’îlê Goran Aras Welî gotîye,wekî herdu alîya ner’ih’etîya xwe girêdayî qanûna Îraqêr’a dane dîyarkirinê, qanûna derheqa hilbijartinên li provînsîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button