Sîyasî

Meh’kema Enqerê qirara derheqa azakirina Dêmîrt’aşda qebûl kirîye

R’oja duşemê meh’kema Enqerê qirara derheqa azakirina lîdêrê partîya Dêmokrasîya Gela Salh’edîn Dêmîrt’aşda qebûl kirîye, yê ku ji mijdara sala 2O16-da h’ebsêdane. Feqet Dêmîrt’aşê dîsa h’ebsêda bimîne, çimkî îşên başqe jî miqabilî wî pêşda dik’işînin. Derheqa wê yekêda R’emezan Demîrê advokat gotîye.Qirara meh’kema Enqerê piştî qirara meh’kema Avropaêye mafên mêriv pêşda hat, ya ku de’wê dike, ku Dêmîrt’aş aza berdin. Dêmîrt’aş nava belakirina propaganda PKK-da gunek’ar dikin. Enqerê banga meh’kemê h’esab hilnedaye û daye dîyarkirinê,wekî bona T’irk’îyaê ew qirar bêyî qewata h’iqûqîye. Piştî sala 2O15-a Enqerê r’êprêsîyaên dijî partîya Dêmokrasîya Gela zêde kirine, k’îjanê  ew nava p’êwendîyên t’evî PKK-ê gunek’ar dike.Dêmîrt’aş ji wan neh parlamêntvanaye, yên ku hatibûne  girtinê û dibêjin,wekî cezayê girtina 142 sala hîvîya wîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button