Sîyasî

Pêntagon qirara h’ukumata Danîyaêye derheqa cîwarkirina eskerê xweye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê silav dike

Wezîreta ŞAY-ye p’arastinê ce’dandinên h’ukumata Danîyaê û qirara wêye derheqa cîwarkirina eskerê xweye li neh’îyên k’urdaye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê silav dike. Danîya endama koalîsîona nanet’ewîye dijî DAÎŞ-eye, ya ku sala 2O14-a hatîye sazkirinê. Esekrê Danîyaê wê t’evî leşkerên ŞAY-ye li bakûrê Sûrîyaê û qewatên Sûrîaêye Dêmokratîk bixebitin. Qirara Danîyaêye vî cûr’eyî piştî şêwirdarîyên t’evî komîtêya parlamêntêye k’arên der hatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button