Sîyasî

Serokê K’urdistanê bang kirîye, ku bona h’elkirina pirsgirêka k’urd r’îya hevr’axeberdanaye e’dil bidine xebatê

Pirsgirêka li T’irk’îyaê gerekê bi mecalên e’dil bê h’elkirinê, lê ne ku bi şêr’ û zordarîyê.Derheqa wê yekêda serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî, wextê r’asthatina t’evî dêlêgasîya partîya Dêmokrasîya Gela gotîye.“Şer’ê t’u tiştî h’el neke. Li T’irk’îyaê îzin t’une t’u mecaleke bona e’dilayê têberdin”,-Barzanî gotîye. Serokê K’urdistanê soz daye,wekî wê h’emû ce’dandina bide xebatê, bona ku alî prosêsa e’dile li T’irk’îyaê bike. Partîya Dêmokrasîya Gela t’abîya Barzanîye girêdayî vê pirsêr’a, silav kirîye û qayîl bûye wekî t’enê aşîtî wê bona berjewandîyên h’emû miletên li T’irk’îyaê qulixke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button