Sîyasî

T’irkîya: ŞAY sozên xweye girêdayî zona bêqezîabûnêye li Sûrîayêva naqedîne

T’irkîya, girêdayî plana t’evayîr’a, ya bona sazkirina zona bêqezîabûnêye li bakûrê Sûrîayê, ji ŞAY r’azî nîne. Derheqa wê yekêda wezîrê T’irk’îaêyî k’arên der Mêvlût’ Çaûşog’lû gotîye. Enqerê û Waşîngtonê meha derbazbûyî qayîlnivîsara derheqa sazkirina zona bêqezîyabûnêda  îmze kirine û t’evayî merk’eza t’evayîye koordînasîyon saz kirine ku t’evayî wan nehîya kontrol bikin.Çaûşog’lû gotîye, wekî ew gav çawa «destpêka baş» bûne, lê welatê wî h’esab dike, wekî Waşîngton “sozên xwe naqedîne, nava wanda usa jî xerîta Manbîcêye r’ê”. Ewî gotîye, wekî neqedandina sozên xwe wê yekêva girêdayîye, wekî Waşîngton t’evî partîya k’urdên Sûrîyayê, Partîya Yektîya Dêmokratîk (PYD), nava hevk’arîyêdaye, k’îjanê Enqere çawa «orgenîzeya têr’orîstî» h’esab dike û t’evgirêdanên wê t’evî PKK hene. Çaûşog’lû t’abîya ŞAY çawa gavên veşartinê nav kiriye.  

Zêdetir nîşan bide
Back to top button