Sîyasî

Dêlêgasîya ŞAY li ser sînorê R’ojavayê li merk’eza opêratîvîye t’evayî qesidîye

Dêlêgasîya ŞAY li ser sînorê T’irk’îyaê û Sûrîyaê li merk’eza opêratîvîye t’evayî qesidîye.Seroketîya dêlêgasîyaê kirine gênêral-lêytênan St’îvên T’wît’î û cîgirê fermandarê qewatên ŞAY-ye merk’ezî gênêral Tomas Bêrgêson. Nenihêr’î wê yekê,wekî T’irk’îya û ŞAY bi hevr’a p’evk’etibûn, lê anegorî e’lametîyên t’irka, T’irk’îya û ŞAY bi t’emamî li ser alîkî nînin. Serokê T’irk’îyaê Êrdog’an r’oja yekşemê e’lam kiribû,wekî  T’irk’îya dikare opêrasîona xwe zûtirekê destpêke, eger ŞAY gavên konkrêt nevêje. K’atibê serokê T’irk’îyaêyî prêssayê Îbrahîm K’alin  gotîye,wekî eger T’irk’îya r’astî dijwarîke ji alîyê ŞAY-da bê, ew dikare zona xweye bêqezîyabûnê sazke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button