Sîyasî

Serokê K’urdistanê qanûn îmze kirîye, anegorî k’îjanê r’oja sisê t’ebaxê çawa “R’oja k’omkujîya êzdîya” hatîye naskirinê

Serokê K’urdistanê qanûn îmze kirîye, anegorî k’îjanê r’oja sisê t’ebaxê çawa “R’oja k’omkujîya êzdîya” hatîye naskirinê. Sisê t’ebaxa sala 2O19-a endamên parlamênta K’urdistanê berev bibûn ku proêkta qanûna derheqa bîranîna cangorîyên k’omkujîya êzdîya qebûlkin. 87 parlamêntvana dengê xwe dabûne wê r’êzolyûsîyaê, anegorî k’îjanê sisê t’ebaxê li K’urdistanê çawa r’oja k’omkujîya êzdîya hatîye e’lamkirinê. Em bêjin,wekî sisê t’ebaxa sala 2O14-a têr’orîstên DAÎŞ-ê neh’îya Şengalê dagir kirin û li wir ji h’ezarî zêdetir binelîyên e’dil kuştin, ji şeş h’ezara zêdetir meriv r’evandin. Nava r’êzolyûsîyaêda usa jî bang hatîye kirinê, ku h’ukumata Îraqê kompênsasîyaê bide êzdîya, yên ku wextê têr’ora DAÎŞ-ye li Şengalê zyanê k’etine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button