Sîyasî

Opozîsîya T’irk’îyaê: li welêt “Sûrîyake” t’am heye

Sedirê partîya T’irk’îaêye cime’tîyê-r’êspûblîkîyê K’emal K’iliçdarog’lû gotîye :“Niha seroketîya me stiraneke nû distirê, dibêje,wekî li Sûrîyaê hêna Esedda dêmokratîya t’une, mafên mêriv tên t’er’ibandinê, bo wê yekê jî em diçine wir. Sîlih’ zivir’andine berbi T’irk’îyaê û em k’etine nava h’alekî usa, wekî zyan t’enê dighîje T’irk’îyaê”. K’emal K’liçdarog’lû daye dîyarkirinê: “Em bêjin,wekî li cem me, li welatê me, “Sûrîyake” t’am heye. T’irk’îya  t’evî neaçixîyên xwe t’enê maye, seroketîya mer’a lazime bifikire, ku ev  yek çawa bû, ku T’irk’îya k’ete nava wê t’elê?”.Ewî serda zêde kirîye, ku ew dixwezin ku pirsgirêka Sûrîyaê bi heqî û bi xweykirina yektîya têrîtorîyaên welêt bê h’elkirinê. “Em dixwezin ku T’irk’îya, Sûrîya, Îraq û Îran li organîzeya R’ohilata Navîn, aşîtîyê û hevk’arîyê sazkin.Em dixwezin ku li r’êgîonê p’êwendîyên biratîyê sazkin”,-K’iliçdarog’lû gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button