Sîyasî

Serekwezîrê K’urdistanê û wezîrê Hindistanê pirsên berfirekirina învêstîsîya gotûbêj kirine

17-ê îlonê serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî dêlêgasîya Hindistanêye dîplomatîk bi serk’arîya wezîrê Hindistanêyî k’arên der Şirî Mûralîxaran qebûl kirîye. Wextê r’asthatinê wezîrê Hindistanê gotîye,wekî welatê wî li ser wê t’abîyêye, ku heleqetîyên t’evî K’urdistanê bide qewînkirinê, li k’îderê dîyaspora hindîye mezin dijî. Ewî usa jî e’lam kirîye,wekî bîznêsmênên Hindistanê hazirin nava êkonomîka K’urdistanêda învêstîsîyaên xwe cîwarkin. Çawa caba wê yekê, Barzanîyê serekwezîr ev înîsîyatîva silav kirîye û daye dîyarkirinê, wekî meremê kabînêta wî ewe, ku învêstîsîyaên bîyanîye mezin bên K’urdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button