Sîyasî

Barzanî bangî ulmdarên îslamî kirîye, ku propaganda aşîtîyê pêşda bibin

Lîdêrê k’urd û serk’arê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî bangî ulmdarên îslamî kirîye, ku emekê xwe bikine nava îzbatkirina aşîtîyê û atmosifêra aşîtîyêye li K’urdistanê. Barzanî e’lametîya wî cûr’eyî wextê r’asthatina t’evî ulmdarên îslamî gotîye, wextê salveger’a k’ifşkirina sazbûna yektîya K’urdistanêye ulmdarên îslamî. “Îsalm dînê aşîtîyê û biratîyêye. Borcdarîya we ewe, ku hûn meriva bi fikira qedirgirtinê û aşîtîyê t’erbyetkin”. Ewî daye dîyarkirinê,wekî welath’izî û h’izkirina hindava merivada dik’eve nava ulmê îslamê û vê yekê gerekê cime’têr’a zelalkin. Ewî daye dîyarkirinê,wekî gerekê dîn û welath’izîyê ji hev cuda nekin. Bi gotina wî merivê bawarmend gerekê berê e’wlin welath’izbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button