Sîyasî

Hevr’aqayîlbûna di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda wê qulixî berjewandîyên h’emû îraqîya bike:serekwezîr Barzanî

Hevr’aqayîlbûna bona h’elkirina pirsên di navbera Herêma K’urdistanê û h’ukumata Fêdêralda wê bona berjewandîyên h’emû welatîyên Îraqê qulixke. Derheqa wê yekêda Me’srûr Barzanîyê serekwezîr wextê r’asthatina t’evî dêlêgasîya ŞAY-ye bi serk’arîya gênêral Grêgorî Krêydêr gotîye.Wextê r’asthatinê usa jî wezîrê pêşmerga Şoriş Îsmayîl û konsûlê ŞAY-ê St’îv Fêcî hazir bûne. Alîya cêrge pirsên derheqa qewimandinên van axirîya,  h’alê nava goveka bêqezîyabûnêda gotûbêj kirine. Barzanîyê serekwezîr bona piştgirîya ŞAY-ê û koalîsîyonê, ya nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê r’azalixî e’lam kirîye. Derheqa p’êwendîyên Hewilêrê û Beg’dayêda Me’srûr Barzanî gotîye,wekî niha hevr’axeberdan derbaz dibin, bona ku h’elkirinên pirsa bibînin, yên ku wê bona berjewandîyên h’emû îraqîya qulixkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button