Sîyasî
Partîya Dêmokratîk û Yektîya Niştîmana bona hilbijartinên provînsîyal e’nîya k’urdî saz dikin
Partîya K’urdistanêye Dêmokratîk û Yektîya Niştîmanên K’urdistanê p’evk’etine, ku e’nîya k’urdîye t’evayî sazkin, wê bik’evine nava k’îjanê h’emû partîyaên ku wê t’evî hilbijartinên provînsîyal bibin. Partîya Dêmokratîk û Yektîya Niştîmana r’asthatin derbaz kirine, bona ku heleqetîyên dualî gotûbêj bikin û pirsên di navbera alîyada h’elkin.H’evtîya derbazbûyî bona hevdîtinê endamekî Yektîya Niştîmana li ser posteke r’ê ji alîyê merivên nee’yanda hatibû êrîşkirinê.Usa jî hatîye r’agîhandinê,wekî wek’îlên herdu partîya wê nava vê h’evtêda careke mayîn berevbin.