Sîyasî

Li E’frînê û Ezazê t’eqîn qewimîne, kuştî û brîndar hene

Li bajar’ê k’urdayî Cîndêrêsê, li provînsîya E’frînê, avtomaşîna mînkirî t’eqyaye, nava encamên k’îjanêda pênc meriv hatine kuştinê û 11 jî brîndar bûne. Ew t’eqîn nîvro qewimîye. Brîndar gîhandine xistexanê. Pêşda r’ûyê kirineke wî cûr’eyîda merivek jî li Ezazê brîndar bibû. Hin Ezaz û hin jî E’frîn bin kontrola qewatên T’ik’îayê û esekrê Sûrîya azadanin. T’irk’îayê sala 2018-a E’frîn hildaye bin kontrola xwe. Pêşda ew bin kontrola Hêzên P’arastina Gelda bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button