Sîyasî

Êrîşa bi r’okêta li ser baylozxana ŞAY-ye li Îraqê hatîye kirinê

Şeva 24-ê îlonê êrîşa bi r’okêta li ser baylozxana ŞAY-ye li Îraqê hatîye kirinê. Du r’okêt k’etine li h’ewşa baylozxana Amêrîkayê, lê ya sisîya k’etîye ç’emê Dicle. Zyank’êş t’unene, çimkî wî çaxî xebatk’arên îdarê r’azayî bûne. Hatîye r’agîhandinê, wekî ew êrîş ji alîyê meh’elên Beg’dayêye başûr hatine mîyaserkirinê, li k’îderê diha zêde musulmanên şih’î dijîn. Cabadarîya wê êrîşê t’u k’omekê hilnedaye li ser xwe. Şiroçî didine dîyarkirinê, wekî êrîş p’êwendîyên T’êhranê û Waşîngtonêva girêdayîne. Êrîşeke wî cûr’eyîye li ser baylozxana amêrîkî gulana sala îsalin hatibû mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button