Sîyasî

Wek’îlê koalîsyonê: Êrîşên li ser koalîsyona bi serk’arîya ŞAY gavên îzinnedayînêne

T’u êrîşên li ser t’eşkîla û îdarên koalîsyona bi serk’arîya ŞAY-ye li Îraqê wê neyêne îzinnedayînê. Derheqa wê yekêda wek’îlê koalîsyonê Maylz Kagîns, piştî êrîşên bi r’okêtaye li ser baylozxana ŞAY-ye li Beg’dayê, gotîye. «T’u e’lametîke derheqa cabdarîya wê ÿrîşêda nehatîye kirinê û t’u avayîk zîyanê nek’etîye. Me zelal daye dîyarkirinê, wekî êrîşên li ser îdarên koalîsîyonê gavên îzinnedayînêne û mafê qewatên koalîsîyonê heye ku xwe bip’arêzin. Em bi t’eglîfkirina h’ukumata Îraqê li virin û em piştgirîya wana bi hîvîkirina wana berdewam dikin»,- wek’îlê koalîsîyonê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button