Sîyasî

Safîn Dîzayî: lîdêrên welata girêdayî aktîvbûna DAÎŞ-r’a ner’ih’etin

Serokê beşa Herêma K’urdistanêye p’êwendlîyên der Safîn Dîzayî e’lam kirîye,wekî gelek lîdêrên welata girêdayî aktîvbûna DAÎŞ-r’a ner’ih’etin.Safîn Dîzayî, yê ku li Nyû York’ê t’evî civîna Organîzeya Net’ewên Yekbûyî dibe derheqa r’asthatin û xeberdanên xweda daye dîyarkirinê.Ewî gotîye,wekî wextê hevr’axeberdana, lîdêrên gelek welata girêdayî aktîvbûna DAÎŞ-r’a ner’ih’etîya xwe dane dîyarkirinê.Wextê hevr’axeberdana usa jî derheqa p’êwendîyên Hewilêrê û Beg’dayêda xeberdan çûye. Safîn Dîzayî t’evî serokê Îraqê Berhem Salih’ li Nyû York’êye. Ew usa jî r’astî serokê ŞAY-ê Donald T’ramp hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button