Sîyasî

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk k’irêkirîyê DAÎŞ-yî derecebilind lîkvîdasîya kirine

Merk’eza prêssyaê, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk r’agîhandîye, wekî li Dêyr Zorê lîdêrê DAÎŞ-ê Abû Ûmer Al Syûrî hatîye kuştinê, yê ku bona sîlih’a û cîwarkirina k’omên DAÎŞ-ye li bakûr û r’ohilatê Sûrîyaê cabdar bû.Hatîye dîyarkirinê,wekî k’omên dijî têr’orîzmê, yên qewatên Sûrîya Dêmokratîk li gundê neh’îya Bîsêrêyî R’îzê opêrasîona bona girtina E’bû Ûmer Al Syûrî derbaz kirine.Ew ji r’asthatina t’evî seroketîya DAÎŞ-ê veger’îya bû û kirinên têr’orîstîye nû hazir dikirin. Wextê opêrasîona ew hatîye  kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button