Sîyasî

Serokê provînsîa K’irkûkêyî berê çawa sedirê “Yektîya K’urdistan”-ê hatîye hilbijartinê

Serokê provînsîya K’irkûkêyî berê E’bdilr’eh’man Mistefa çawa sedirê “Yektîya K’urdistan”-ê hatîye hilbiajrtinê. Ew yektî h’evtîya derbazbûyî ji alîyê 14 partîyayên sîyasîda hatîye sazkirinê, nava wanda usa jî partîya Dêmokratîk, Yektîya Niştîmanên K’urdistanê û H’eja Goranin. Partîyaên ku yektî saz kirine, gumanin, ku bi aktîvî t’evî hilbijartinên Îraqêye provînsîyalbin, li wan neh’îyên hevr’aqayîlnekirî, li K’irkûkê, Nînêvîyaê, Dîyalê û Salh’edînê. Li merk’eza ofîsa Gorane li Silêmanîyê yektîyê Mistefa çawa sedirê yektîyê hilbijartîye, yê ku ji sala 2OO5-a h’etanî sala 2O11-a serokê provînsîya K’irkûkê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button