Sîyasî

Serokê ŞAY Donald T’ramp gef xwerine ku “wê êkonomîka T’irk’îyaê bide t’unekirinê”, eger Enqere ji sînorên îzindayînê derk’eve

“Çawa ku min pêşda e’lam kiribû, ez niha jî diwek’lînim, ku eger T’irk’îya tiştekî usa bike, yê ku bi qîmetkirina min sînora derbazbe,ezê êkonomîka T’irk’îyaê bi t’emamî bidime t’unekirinê, çawa ku min berê kirîye”,-Donald T’ramp T’wîttêrêda nivîsîye. “ŞAY diha zêde kirîye ne ku çawa hîvîyê bûn û nava wê yekêd DAÎŞ şikênandîye. Niha yên mayîn jî li r’êgîonê, mecalên k’îjana hene, gerekê têrîtorîya xwe bip’arêzin”,-T’ramp nivîsîye. Piştî xeberdana bi têlêfonêye t’evî Êrdog’an, nava e’lametîya mala Sipîda hatîye gotinê,wekî T’irk’îyaê bona h’emû ç’ekdarên DAÎÞ-ê cabdarîyê bik’işîne, yên ku nava van herdu salên mayînda dîl k’etine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button