SîyasîSport

Parlamênta K’urdistanê bang dike, ku opêrasîona t’irkaye li R’ojavayê bidine sekinandinê

Parlamênta Herêma K’urdistanê e’lametî bela kirîye, k’îjanêda xemgînîya xwe girêdayî wê yekêr’a e’lam kirîye,wekî eskerê t’irka êrîş birine li ser bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê û pêr’a jî bang kirîye, ku opêrasîonê bidine sekinandinê. “Em bangî civaka navnet’ewî dikin, nava wanda usa jî ŞAY, R’ûsîyaê, Brîtanîya Mezin û Fransîyaê, ku h’emû ce’dandina bidine xebatê, bona sekinandina vî h’alê pêşdahatî, bona ku atmosifêra bo hevr’axeberdana sazbe”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê. “Em her êrîşeke dijî binelîyên sîvîl şermezar dikin. Parlamênta K’urdistanê piştgirîya dîyaloga herêmî dike, ku bighîjine h’elkirinê”,-nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê.Usa jî hatîye bîranînê,wekî nava şer’ê dijî DAÎŞ-da k’urda zyana here mezin dîtîye û h’emû destanînên nava wê yekêda dikarin undabin.Usa jî hatîye dîyarkirinê, ku h’emû partîyaên k’urda hevr’aqayîlnebûnên xwe daynine alîkî ku hevr’a bixebitin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button