Sîyasî

Li Aşxabadê r’asthatina serekwezîrê Ermenîstanê û serokê Ûzbêkîstanê derbaz bûye

Nîkol P’aşînyaênê serekwezîr 11-ê cotmehê li Aşxabadê r’astî serokê Ûzbêkîstanê Şefk’et Mîrzoêv hatîye.Eva r’asthatina serokên Ermenîstanê û Ûzbêkîstanêye e’wline nava vê formatêda. Serokê Ûzbêkîstanê daye dîyarkirinê,wekî Ûzbêkîstan girîngîyê dide pêşk’eftina p’êwendîyên t’evî Ermenîstanê.Vê yekê dikarin bona dîyaloga li ser dereca bilind berdewamkin, bona ku potênsîyala nava heleqetîyên dualîda bidine xebatê.Nava vê h’emtêk’stêda serokê Ûzbêkîstanê pêşnîyar kirîye, ku mecala sazkirina komîsîya ort’eh’ukumatîyê bidine gotûbêjkirinê. Bona aktîvkirina p’êwendîyên êkonomîkî govekn senaya sivik, banka, têxnologîyaên înformasîon û malhebûna gundîtîyê çawa yên pêrspêktîv hatine h’esabkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button