Sîyasî

Ararat Mîrzoyan bangî endamên civîna yektîya ort’eparlamêntîyê kirîye, ku dijî T’irk’îyaê gava biavêjin

Serokê parlamênta Ermenîstnê Ararat Mîrzoyan li civîna yektîya ort’eparlamêntîyê wextê xeberdana xwe bangî parlamêntvana kirîye, ku dengê xwe dora h’alê Sûrîyaê sazbûyî bilindkin.Serokê parlamêntê p’areke xeberdana xweye wextê civînê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda r’aber kirîye, k’îjanê em r’aberî guhdarîya we dikin: “Niha, wextê ku em li vê sera civînê r’ûniştîne, endameke welatên me, T’irk’îya opêrasîyona leşkerî li neh’îyên k’urdaye li Sûrîyaê mîyaser dike.Nava çend r’ojada bi seda meriv hatine kuştinê, lê bi deha h’ezara hatine cîşih’itandinê. Îro li Qmişloyê û bajar’ên Sûrîyaêye mayîn meriv wî cûr’eyî bin qezîyaêdanin, çawa ku ew yek sala 2O14-a li bajar’ê ermenîyayî K’esabê qewimî.Ev h’emû tişt li wî cîyî diqewimin, li wê t’opraxê, li k’îderê nava axê û qûmêda hestûyên cangorîyên k’omkujîya Ermenîye sed sal pêşda mane. Ez, çawa wek’îlê miletekî, yê ku bûye şe’dê tragêdîyake sedsala 2O-î, ew yek ser xwe dîtîye û bangî h’emû parlamêntvana dikim, ku dengê xwe dora h’alê li Sûrîyaê bilindkin.Ez bang dikim, ku endamên civînê gava biavêjin. Ez bangî yektîya ort’eparlamêntîyê dikim, ku bêdeng nemînin û hindava kirinên T’irk’îyaêye qebûlnekirinê dengê xwe bilindkin û bang bikim wê yekê bidine sekinandinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button