Sîyasî

“We’deye ku k’omkujîya Ermenî naskin”: banga li kongrêsa ŞAY

Li palata kongrêsa ŞAY-ye wek’îla guhdarkirinên derheqa r’êzolyûsîya dijî derxistina eskerê amêrîkîye ji Sûrîyaê derbaz bûne, li k’îderê usa jî kongrêsmênê ji partîya Dêmokratîk Brêd Şrman bi xeberdan pêşda hatîye. Şêrman gotîye, wekî ji salên 194O-î destpêkirî ŞAY t’ifaqdara NATO-ê T’irk’îya p’arastîye û k’omkujîya sala 1915-a înk’ar kirîye. “Bi kirina wê yekê em piştgirîyê didine sîyasîya ŞAY-ye der, nava h’îmê k’îjanêda hurmet û r’astîye, lê me xwe bi bêdengîyê nimiz kirîye”,- kongrêsmên gotîye. Şêrman serda zêde kirîye,wekî we’de bi p’ir’anîya denga k’omkujîya sala 1915-a qewimî naskin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button