Sîyasî

Seokê K’urdistanê:konstîtûsîya Îraqê de’wa mîyaserkirinê dike, lê ne ku de’wa guhar’tina

Serokê K’urdistana Îraqê Nêç’îrvan Barzanî e’lam kirîye,wekî h’ewce nîne guhar’tina nava konstîtûsîya Îraqêda bikin, lê lazime xalên wê mîyaserkin.Derheqa wê yekêda Barzanî wextê axavtina xweye li civîna asosîyasîya advokatên K’urdistanê gotîye. Serok derheqa piştgirîya xweye hindava qanûnê û serbestîya meh’kemêda daye dîyarkirinê. Nêç’îrvan Barzanî daye dîyarkirinê,wekî konstîtûsîya Îraqêye îroyîn himberî gelek konstîtûsîyaên welatên başqe tê h’esabê çawa konstîtûsîya we’dê niha. Bi gotina wî mîyasernekirina xalên wê ew yek pêşda anîne, ku guhar’tina bikin. “Em dijî guhar’tina nînin, eger ew lazimin, lê dijî wan guhar’tinane, yên ku wê zyanê bidine mafên binelîyên K’urdistanê”,-Barzanî gotîye.Derheqa protêstokirinên li Beg’dayê jî Nêç’îrvan Barzanî gotîye,wekî problêmên berêda berevbûyî nikarin nava salekêda bên h’elkirinê.Ewî piştgirîya xweye hindava r’êformên serekwezîr Adil Mahdîda daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button