Sîyasî

Li wezîreta Îsraêlêye k’arên der derheqa hazirîya xweda e’lam kirine,wekî wê her cûr’e piştgirî bidine k’urdên Sûrîyaê

Îsraêlê alîk’arîya hûmanîtarî bide k’urdên Sûrîyaê û wê her piştgirîkê bike. Derheqa wê yekêda cîgira wezîrê Îsraêlêyî k’arên der Sîpî Xotovêlî gotîye. Ewê daye dîyarkirinê,wekî ew bi kanalên cûr’e-cûr’e piştgirîyê didine k’urdên Sûrîyaê. Bi gotina cîgira wezîr, wezîretê t’eslîmî t’eşkîletên neh’ukumatî kirîye, ku alîk’rîya hûmanîtarî bighînine k’urda.Em bêjin,wekî serekwezîrê Îsraêlê Bênyamîn Nat’anyahû opêrasîyona t’irkaye leşkerîye li bakûrê Sûrîyaê şermezar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button